Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên Wanî ji bo ku bigihîjin ewladên xwe çalakiya li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgehê domandin

Mesut Varol  | 23.09.2021 - Rojanekırın : 24.09.2021
Malbatên Wanî ji bo ku bigihîjin ewladên xwe çalakiya li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgehê domandin

Van

 Li Wanê malbatên ku HDPyê wekî berpirsê revandina zarokên xwe dibînin, li ber serokatiya partiyê ya parêzgehê çalakî kirin.

32 malbatên ku li ser Kolana Komarê hatin cem hev, dowîzên "Em hemû esker in, em têra PKKyê dikin", "Em di nobeda ewladan da ne", "Êdî bes e, destê xwe ji me bikişînin", "Zarokên me dê nebin piyonên kesî", "Dayikên Wanê di nobeda ewladan da ne", "Em zarokên xwe dixwazin" û "Çiyayan ji teyr û tûyan ra bihêlin" vekirin.

Malbatan li dijî rêxistina terorê PKK û her wiha HDPyê durişm berz kirin û heya ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgehê meşiyan. Li vir malbatan bertek nîşanî endamên partiyê dan û bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.

Saliha Mertê ku ji bo kurê xwe revandî di çalakiyê da beşdar e, ji rojnamegeran ra got ku ew heta bigihîjin zarokên xwe ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Mertê bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe û wiha got, "HDP û hevalbendên wê kurê min xapandin û revandin çiyê. Ew dizên zarokan in. Ciyê wan ne Meclis e. Ew xaînên dewletê ne. Em zarokên xwe ji wan dixwazin."

Nazli Sancara ku keça wê sala 2012an revandin çiyê jî diyar kir ku dayik 3 sal e ji bo ku bigihîjin ewladên xwe têkoşînê dimeşînin.

Sancarê bal kişand ku ew di çalakiya xwe da bibiryar in û wiha got, "Em dixwazin herkes dengê me bibihîze. Em dixwazin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî ji bo zarokên me bikeve tevgerê. Em bangî hemû dê û bavan dikin, êdî deng bidin dengê me, hawara me bibihîzin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın