Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên Wanî çalakiya xwe ya li ber Serokatiya DEM Partiyê ya Parêzgehê domand

Orhan Sağlam, Nevzat Umut Uzel  | 27.11.2025 - Rojanekırın : 27.11.2025
Malbatên Wanî çalakiya xwe ya li ber Serokatiya DEM Partiyê ya Parêzgehê domand Orhan Sağlam

Van

 Li Wanê malbatên ku zarokên wan revandine serê çiyê, vê hefteyê jî çalakiya xwe ya li ber Serokatiya Parêzgehê ya DEM Partiyê domand.

Malbatên li kuçeya Menekşeyê civiyan, alayên Tirk û wêneyên ewladên xwe bilind kirin û heta pêşiya Serokatiya Parêzgehê ya DEM Partiyê meşiyan.

Malbatan banga teslîmbûnê li zarokên xwe kirin.

Nazli Sancara ku ji bo keça xwe di çalakiyê da beşdar e ji rojnamevanan ra diyar kir ku ew têkoşanê didin da ku zarokên wan vegerin.

Dayik Salîha Mertê got, "Kurê min di sala 2005an revandin çiyê û ji wê ji demê pê va ez li benda wî me. Weke dayik, em ji pêvajoyê bi hêvî ne. Em li benda wê rojê ne ku em bigihêjin zarokên xwe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın