Malbatên Wanî çalakiya xwe ya li ber Serokatiya DEM Partiyê ya Parêzgehê domand
Van
Li Wanê malbatên ku zarokên wan revandine serê çiyê, vê hefteyê jî çalakiya xwe ya li ber Serokatiya Parêzgehê ya DEM Partiyê domand.
Malbatên li kuçeya Menekşeyê civiyan, alayên Tirk û wêneyên ewladên xwe bilind kirin û heta pêşiya Serokatiya Parêzgehê ya DEM Partiyê meşiyan.
Dê û bavên ku vê hefteyê durişm berz nekirin û bêdeng meşiyan, bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.
Abdullah Arslanê yek ji beşdarên çalakiyê anî ziman ku terorîstan beriya 13 salan birayê wî Fatih revandine serê çiyê.
Arslan bangawazî li birayê xwe kir ku vegere û got, "Dema ku birayê min li zanîngehê dixwend, ew revandin çiyê. Me careke din jê tiştek nebihîst. Em gazî birayê min dikin; pêvajoya berdewam ji bo wan firsendek e. Bi îzna Xwedê, pêvajo dê serkeftî be. Ez gazî wan kesên ku çûne çiyayan dikim: ev welatê we ye, werin û teslîm bibin."
Mehmet Siddik Çiftçi beşdarekî din ê çalakiyê got, "Ez li Diyarbekir, Hekarî û Wanê jî beşdarî xwepêşandanan bûm da ku birayê xwe vegerînim. Birayê min berî heşt salan birin û tu xeber ji wî tune. Ger dengê me bibihîzin, bila werin û teslîmî dewleta me bibin."
