Malbatên Wanî çalakiya xwe ya li ber Serokatiya DEM Partiyê ya Parêzgehê domand

Van
Li Wanê malbatên ku zarokên wan hatine revandin û ji ber revandina zarokên xwe DEM Partiyê berpirsyar dibînin, vê hefteyê jî li pêşiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiya xwe domand.
Malbatên li kuçeya Menekşeyê civiyan, alayên Tirk û wêneyên ewladên xwe bilind kirin û heta pêşiya serokatiya bajêr a DEM partiyê meşiyan.
Dê û bavên ku bêdeng meşiyan, bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.
Fevzi Yagmurê beşdarê çalakiyê diyar kir ku bi salan e ew ji kurê xwe xeberê nastîne. Yagmur gazî kurê xwe kir ku teslîm bibe.
Abdullah Arslan jî diyar kir ku 4 sal e ew xeberê ji birê wî nastînin û wiha dewam kir, "Birê min xapandin û birin çiyê. Ez bangî birê xwe dikim, were em li benda te ne, were teslîmî welatê rind bibe. Birayê min beşa endazyariya înşeatê dixwend, xapandin û birin çiyê. Birayê min! Diya me pir nexweş e, tu û Xwedê, vegere were."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.