Malbatên Wanî çalakiya xwe ya li ber Serokatiya DEM Partiyê ya Parêzgehê domand

Van
Li Wanê malbatên ku zarokên wan hatine revandin û ji revandina zarokên xwe DEM Partiyê berpirsyar dibînin, vê hefteyê jî li pêşiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiya xwe domand.
Malbatên li kuçeya Menekşeyê civiyan, alayên Tirk û wêneyên ewladên xwe bilind kirin û heta pêşiya serokatiya bajêr a DEM partiyê meşiyan.
Dê û bavên ku qederekê çalakiya rûniştinê kirin, bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.
Nazli Sancara ku ji bo keça xwe beşdarî çalakiyê bûye, ji rojnamegeran ra diyar kir ku ew Tirkiyeyeke bêteror dixwazin.
Sancarê bal kişand ku heya zarokên wan neyên ew ê çalakiya xwe bidomînin û wiha got, "Ewlad naşibe tu tiştî, terîfa wê tuneye. Bi îzna Xwedê em ê bigihîjin zarokên xwe. Pêvajoya Tirkiyeya Bêteror dest pê kir. Serokomarê me jî di vê mijarê da daxuyanî dan. Em bi hêvî li benda zarokên xwe ne. Keça min heger tu min dibînî û min dibihîzî, vegere were."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.