Malbatên Wanî çalakiya xwe ya li ber Serokatiya DEM Partiyê ya Bajêr domand

Van
Li Wanê malbatên ku zarokên wan ji hêla PKKya rêxistina terorê va hatine revandin vê hefteyê jî li pêşiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê çalakiya xwe domand.
Malbatên ku li kuçeya Menekşeyê civiyan, alayên Tirk û wêneyên ewladên xwe bilind kirin û heta pêşiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê meşiyan
Endamên partiyê hewl dan ku bi lêdana muzîka bilind dengê malbatan bibirin, lê dayik û bavan bertek nîşanî wan dan û bang li zarokên xwe kirin ku ew teslîm bibin.
Nazli Sancara ku ji bo qîza xwe beşdarî çalakiyê bû ji rojnamevanan ra got dayik û bav piştgiriyê didin pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror".
Sancarê diyar kir ku divê dayik û bav êdî negirîn û wiha got: "Em hemû ruhê cejnê dijîn, em bi hêvî li benda zarokên xwe ne. Heta ku zarokên me werin em ê nobedariyê bidomînin."
Necîbe Çîftçiya ku ji bo kurê xwe beşdarî çalakiyê bû diyar kir ku PKKyê ji zarokên wê yek şehîd kiriye û yek jî revandiye.
Dayika dilê wê biêş e wiha axivî: "Ez nizanim kurê min ê li çiyê çawa ye. 12 sal berê ew revandin û 7 sal berê jî kurê min ê din kuştin. Bila zarokên me li çiyê winda nekin û wan vegerînin me. Em mal û milk naxwazin, em zarokên xwe dixwazin ku ev jî mafê me ye. Em hêvî dikin ku bi pêvajoya Tirkiyeya Bêteror va em ê bigîhêjin zarokên xwe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.