Malbatên Wanî çalakiya xwe ya li ber Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê domand
Van
Li Wanê malbatên ku zarokên wan revandine serê çiyê, vê hefteyê jî çalakiya xwe ya li pêşiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê domand.
Malbatên ku li Kuçeya Menekşeyê ya li navçeya Îpekyoluyê civiyan, bi alayên Tirkiyeyê û wêneyên zarokên xwe va heta pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê meşiyan.
Malbatan bangî zarokên xwe kirin ku ew teslîm bibin.
Nazli Sancara ku ji bo qîza xwe beşdarî çalakiyê bûye ji endamên çapemeniyê ra daxuyand ev 15 sal in ku wê tu xeber ji qîza xwe hilnedaye.
Sancarê daxuyand ku divê êdî dayik negirîn û spasiya kesên bûne wesîleya pêvajoya Tirkiyeya Bêteror kir û wiha axivî: "Bila êdî xwîn nerije û dayik negirîn. Zimanê êşê tune. Ez li vir 10 roj û 10 şevan êşa xwe bibêjim jî, ew ê têrê neke. Bi salan e ez ji êşa ewladan dikişînim."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
