Malbatên Mûşî yên ku dixwazin bigihêjin ewladên xwe, çalakiya li ber avahiya DEM Partiyê domand
Muş
Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê vê hefteyê jî çalakiya xwe domand.
Malbatên ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê tên bal hev, pankartên ku li ser "Em di nobeta ewladan da ne", "Dayik li ber xwe didin" û "Êdî bes e, ji pêsîra me derên" hatiye nivîsandin, vekirin.
Malbatên ku wêneyên zarokên wan di destên wan da ne ji bo ku ew teslîm bibin bang kirin.
Alaattîn Koçhanê ku beşdarî çalakiyê bû wiha got: "Kurê min ji Bursayê birin. Çavên me li rêya wî ye. Kurê min gelek kes hatin û teslîm bûn. Hûn li benda çi ne? Werin û teslîm bibin. Em benda wan e. Em gelekî dixwazin ku hûn bên. Heta ku hûn werin û teslîm bibin, em ê çalakiyê bidomînin."
Dayik Şahînaz Ozcan jî wiha axivî: "Kurê min 8 sal in ku winda ye. Heye an tune, ez nizanim. Em benda wî ne. Atîlla, kurê min em li benda te ne. Werin û teslîm bibin. Bila yekîtî çêbe, hevratî çêbe, biratî çêbe. Bila êdî ev bûyer çênebin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
