Malbatên Mûşî yên dixwazin bigihêjin ewladên xwe çalakiya li ber avahiya DEM Partiyê domand
Muş
Li Mûşê malbatên ku rêxistina terorê PKKyê zarokên wan revandine serê çiyê, çalakiya xwe ya li pêşiya avahiya bajêr a DEM Partiyê domand.
Malbatên Mûşî yên ku her çarşem bi hêviya bigihêjin ewladên xwe li ber deriyê DEM Partiyê dicivin, vê hefteyê jî çalakiya xwe pêk anîn û bertek nîşanî rêxistina terorê PKKyê dan.
Malbatan di çalakiya xwe da wêneyên zarokên xwe bilind kirin û her wiha pankartên bi nivîsên "Dayik li ber xwe didin", "Em di nobeta ewladan da ne" û "Êdî bes e, dev ji pêsîra me berdin" vekirin. Malbatan her wisa bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.
Ayten Koçhana dayik destnîşan kir ku bi salan e ji kurê xwe xeberê nastîne.
Koçhanê bal kişand ku ew biryardar in ku çalakiyê bidomînin û wiha axivî:
"Em li ber ewladên xwe, li pey cegera xwe ne. Hin cahil tên dev diavêjin me. Bira ew jî êşa me bikişînin. Derdê ewladê nehatiye serê wan, lewma wisa dikin. Kurê min werin teslîm bibin, heta tu neyê ez ê çalakiya xwe bidomînim."
Naciye Soylemez Yildizê jî wiha got, "Kurê min heke dengê min tê te, were teslîm bibe. Em ê hemû piştgiriyê bidin te. Bes e, êdî were."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
