Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên Mûşî nobeta xwe ya li ber DEM Partiyê didomînin

Sabri Yıldırım  | 17.04.2024 - Rojanekırın : 18.04.2024
Malbatên Mûşî nobeta xwe ya li ber DEM Partiyê didomînin

Muş

 Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine serê çiyê, li pêşiya avahiyê bajêr ê DEM Partiyê çalakiya rûniştinê kirin.

Malbatên ku her çarşem bi hêviya bigihêjin ewladên xwe li ber deriyê DEM Partiyê dicivin, vê hefteyê jî çalakiya xwe pêk anîn.

Malbatên ku li ber avahiya Serokatiya Bajêr ya DEM Partiyê kom bûn, pankartên bi nivîsên "Dayik li ber xwe didin" û "Êdî bes e, ewladên me berdin" vekirin.

Dê û bavên ku hesretî zarokên xwe ne, bangî zarokên xwe kirin ku ew teslîm bibin.

Ayten Koçhana beşdara çalakiyê got ew heta bigihêjin zarokên xwe ew ê nobeda xwe bidomînin.

Koçhanê bal kişand ku wan, Eyda Remezanê dilşikestî derbas kir û wiha aixivî:

"Kurê min Ersin, ez bangî te dikim. Ku dengê min tê te, were, rêya we tu rê nîne. Ez û bavê te em perîşan bûne. Ez bangî hemû ewladan dikim. Êdî bes e dê û bav digirîn. Ez ji PKKyê, DEMê zarokên xwe dixwazin."

Şahinaz Ozcanê jî wiha got, "7 sal e ez ji kurê xwe xeberê nastînim. Atilla, ku dengê min tê te, were û teslîmî dewletê bibe. Em li benda hatina te ne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın