Malbatên Mûşî nobeta xwe ya li ber avahiya DEM Partiyê domand

Muş
Li Mûşê malbatên ku zarokên wan ji hêla PKKya rêxistina terorê va hatine revandin û ji bo vê DEM Partiyê berpirsyar dibînin, li pêşiya avahiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiya xwe domand.
Malbatên ku her çarşem li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê kom dibin xwestin ku dengê xwe bigihînin zarokên xwe ku ew teslîm bibin.
Malbatan pankartên ku li ser "Dayik li ber xwe didin", "Em di nobetê da ne" û "Êdî bes e, ji pêsîra me derên" dinîvîse hildan destên xwe.
Alaattîn Koçhanê beşdarî çalakiyê bû ji rojnamevanan ra got ev 10 sal in ku ew ji kurê xwe xeberekê hilnadin.
Koçhan anî ziman ku ew dixwaze bigihêje kurê xwe û wiha got: "Ez spasiya Serokomarê ku pêvajoya Tirkiyeya Bêteror daye destpêkirin û her kesê ku keda wî heye dikim. Bila ev pirsgirêk heman çareser bibe. Em bi çar çavan li bendê ne ku zarokên me vegerin malên xwe. Min 10 sal in ku kurê xwe nedîtiye."
Ayten Koçhana ji bo kurê xwe beşdarî çalakiyê bûye jî wiha got: "Bi destpêkirina vê pêvajoyê va em dixwazin zarokên me vegerin. Em bi hesreta ewladên xwe dijîn. Kurê min Ersîn, heke ku tu min dibihîzî û dibînî were teslîm bibe. Werin, êdî bes e."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.