Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên Mûşî çalakiya xwe ya li pêşiya avahiya DEM Partiyê domand

Sabri Yıldırım  | 23.07.2025 - Rojanekırın : 24.07.2025
Malbatên Mûşî çalakiya xwe ya li pêşiya avahiya DEM Partiyê domand

Muş

 Li Mûşê malbatên ku zarokên wan ji hêla PKKya rêxistina terorê va hatine revandin û ji bo vê DEM Partiyê berpirsyar dibînin, li pêşiya avahiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiya xwe domand.

Malbatên ku her çarşem li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê çalakiya xwe didomînin xwestin ku dengê xwe bigîhinin zarokên xwe ku dixwazin ew teslîm bibin.

Halît Altunê beşdarî çalakiyê bûye ji endamên çapemeniyê ra daxuyand ku ew bi salan e hesreta ewladên xwe dikşînin.

Altun anî ziman ku hêviya wan bi Pêvajoya Tirkiyeya Bêteror heye û wiha axivî: "Em li benda hatina zarokên xwe ne. Heke zarokên me dijîn û dengê me dibihîzin, bila werin. Kurê min, êdî li wir nemînin. Bi îzna Xwedê her tişt wê baş bibe. Hûn jî vegerin malên xwe. Ew der ne ji bo me ye."

Dayik Şahînaz Ozcanê jî wiha got: "Bi salan e min ji ewladê xwe xeberek hilnedaye. Ez nizanim rewşa wî çawan e. Tirk û Kurd, hemû bira ne. Cudahiya me tune. Atîlla, em li benda te ne. Werin û teslîm bibin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın