Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên Mûşî çalakiya xwe ya li ber avahiya DEM Partiyê domand

İbrahim Yaldız, Sabri Yıldırım  | 08.10.2025 - Rojanekırın : 08.10.2025
Malbatên Mûşî çalakiya xwe ya li ber avahiya DEM Partiyê domand İbrahim Yaldız

Muş

 Li Mûşê malbatên ku rêxistina terorê PKKyê zarokên wan revandine serê çiyê, çalakiya xwe ya li pêşiya avahiya bajêr a DEM Partiyê domand.

Malbatên Mûşî yên ku her çarşem bi hêviya bigihêjin ewladên xwe li ber deriyê DEM Partiyê dicivin, vê hefteyê jî çalakiya xwe pêk anîn û bertek nîşanî rêxistina terorê PKKyê dan.

Malbatan di çalakiya xwe da wêneyên zarokên xwe bilind kirin û her wiha pankartên bi nivîsên "Dayik li ber xwe didin", "Em di nobeta ewladan da ne" û "Êdî bes e, dev ji pêsîra me berdin" vekirin. Malbatan her wisa bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.

Şahinaz Ozcana dayik ji mensûbên çapemeniyê ra diyar kir ku ev demeke dirêj e ew ji kurê xwe xeberê nastîne.

Ozcanê bal kişand ku ew bi biryar in ku çalakiya xwe bidomînin û wiha got, "Em aştiyê dixwazin, êdî bes e. Werin teslîm bibin. Kurê min Atîlla, ku tu dengê min dibihîzî were teslîm bibe. Heta tu neyê ez ê çalakiyê bidomînim."

Alaattin Koçhanê bav jî diyar kir ku ew ji bo kurê xwe Ersîn yê ji Bursayê hat revandin di çalakiyê da beşdar e û wiha got, "10 sal e ez ji kurê xwe xeberê nastînim. Kurê min êdî derkeve were. Teslîm bibe. Em li benda te ne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın