Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên Mûşî çalakiya xwe ya li ber avahiya DEM Partiyê domand

İbrahim Yaldız, Sabri Yıldırım  | 27.08.2025 - Rojanekırın : 28.08.2025
Malbatên Mûşî çalakiya xwe ya li ber avahiya DEM Partiyê domand İbrahim Yaldız

Muş

 Li Mûşê malbatên ku zarokên wan ji hêla PKKya rêxistina terorê va hatine revandin û ji ber vê DEM Partiyê berpirsyar dibînin, li pêşiya avahiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiya xwe domand.

Malbatên ku her çarşem li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê kom dibin, bangî zarokên xwe kirin ku ew teslîm bibin.

Malbatên ku bi çar çavan li benda zarokên xwe ne pankartên ku li ser "Dayik li ber xwe didin", "Em di nobeta ewladan da ne" û "Êdî bes e, ji pêsîra me derên" hatiye nivîsandin hildan destên xwe.

Ayten Koçhanê ji nûçegihanan ra got ku ew demeke dirêj e ku ji lawê xwe xeberê hilnade.

Koçhanê bang li kurê xwe kir ku were teslîm bibe û wiha got:

"Lawê min şev û roj li ber televîzyonê me bo ji te xeberekê hildim. Wextê ku derî lê dikeve, deng ji têlefona min tê, ez dibêjim ku ji te xeberek hat. Lawê min ma tu êdî li benda çi yî? Werin teslîm bibin. Ev ne doza me ye. We dixapînin, werin teslîmî dewleta me bibin. Înşeallah emê bi ser kevin. Dê û bav digirîn, êdî bes e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın