Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên Mûşî çalakiya xwe ya li ber avahiya DEM Partiyê domand

İbrahim Yaldız, Sabri Yıldırım  | 20.08.2025 - Rojanekırın : 21.08.2025
Malbatên Mûşî çalakiya xwe ya li ber avahiya DEM Partiyê domand İbrahim Yaldız

Muş

 Li Mûşê malbatên ku zarokên wan ji hêla PKKya rêxistina terorê va hatine revandin û ji ber vê DEM Partiyê berpirsyar dibînin, li pêşiya avahiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiya xwe domand.

Malbatên ku her çarşem li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê kom dibin, bangî zarokên xwe kirin ku ew teslîm bibin.

Malbatên ku bi çar çavan li benda zarokên xwe ne pankartên ku li ser "Dayik li ber xwe didin", "Em di nobeta ewladan da ne" û "Êdî bes e, ji pêsîra me derên" hatiye nivîsandin hildan destên xwe.

Alaattîn Koçhan ji endamên çapemeniyê ra got kurê wî ji Bursayê hatiye revandin.

Koçhan got çavê wî bi salan e li rêya kurê wî ye û wiha axivî: "Min ji kurê xwe tu xeberek hilnedaye. Em ji pêvajoya Tirkiyeya Bêteror pir kêfxweş in. Ez spasiya her kesê ku keda wan di vê pêvajoyê da heye, dikim. Li Meclisê komîsyonek hat avakirin. Ev komîsyon hevdîtinan dike. Em li benda vegera ewladên xwe ne. Kurê min, em êdî nikarin tehemûl bikin, vegerin."

Dayik Şahînaz Ozcanê jî daxuyand ji roja ku kurê wê hatiye revandin û vir va wê ji kurê xwe tu xeber hilnedaye û wiha got: "Ez nizanim kurê min heye yan tune. Ev ne doza Kurdan e. Em jî Kurd in. Mafê kesî tune ku zarokên me hildin û bibin. Kurê min, pêvajoyekê dest pê kiriye. Werin û teslîm bibin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.