Malbatên Mûşî çalakiya xwe ya li ber avahiya DEM Partiyê domand

Muş
Li Mûşê malbatên ku zarokên wan ji hêla PKKya rêxistina terorê va hatine revandin û ji bo vê DEM Partiyê berpirsyar dibînin, li pêşiya avahiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiya xwe domand.
Malbatên ku her çarşem li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê kom dibin xwestin dengê xwe bigihînin zarokên xwe ku ew teslîm bibin.
Malbatan pankartên ku li ser "Dayik li ber xwe didin" û "Êdî bes e, ji pêsîra me derên" hatiye nivîsandin hildan destên xwe.
Dayik Ayten Koçhana beşdarî çalakiyê bû ji rojnamevanan ra got ew bi salane tu xeberê ji kurê xwe hilnade û wiha axivî: "Em bi salane bi hesreta ewladên xwe dijîn. Kurê min, werin teslîmî dewleta me bibin. Rêya we ne tu rê ye. Êdî bes e. Bila dayik û bav negirîn."
Bav Halît Altun jî got çavên wan bi salane li rêya ewladên wan e û hêviya wan a gihîştinê zêde bûye.
Altun bangî kurê xwe kir ku ew teslîm bibe û wiha dewam kir: "Heke hûn dengê me dibîhîzin, vegerin. Ji wan tu xêr nagîhêje we. Xêra welatê me û welatiyên me ji we ra heye. Bi salane em bi hêviya gihîştina we dijîn. Înşallah hesreta me wê dawî bibe û zarokên me wê vegerin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.