Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên Mûşî çalakiya ji bo zarokên xwe ya li ber HDPyê domandin

İbrahim Yaldız  | 17.08.2022 - Rojanekırın : 19.08.2022
Malbatên Mûşî çalakiya ji bo zarokên xwe ya li ber HDPyê domandin

Muş

 Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine serê çiyê û ji revandina zarokên xwe HDPyê wek berpirsiyar dibînin, li pêşiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiya rûniştinê kirin.

Bi hêviya ku bigihêjin zarokên xwe, dayikên Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û ji bo piştgiriya vê çalakiyê malbat her çarşem li pêşiya Serokatiya Bajarê Mûşê ya HDPyê dicivin.

Malbat li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê li hev civiyan û pankartên ku tê da "Partiya dijminê gel", "Hûn ê ewladên me bidin me", "Ha HDP ha PKK", "Tirk û Kurd bira ne, HDP qeleş e", "Partiya ku xelkê dixapîne", "Dayik li ber xwe didin", "Êdî bes ji pêsîra me derên", "Êdî bes e ewladên me berdin" nivîsandine, vekirin.

Dê û bavên ku wêneya zarokên wan timî di destê wan da ye, durişm berz kirin, bertek nîşanî HDPyê dan û bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.

Cuma Tekerê ku ji bo birayê xwe yê mezin di çalakiyê da beşdar e diyar kir ku 1,5 sal e ew li ber HDPyê çalakiyê dikin.

Teker got ku ew li benda roja vegera birayê xwe ye û wiha dewam kir, "8,5 sal ez çaverêyî wî me. Înşelah dê were û teslîmî dewleta me bibe."

Naciye Sonmez Yildizê jî bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe û wiha got, "Te li wir dixapînin, dewleta me bi şewqet e. Were teslîm bibe. Min zehf bêriya kurê xwe kiriye, ez şev û roj ji bo wî digirîm. Kurê min heta neyê ez ê çalakiya xwe bidomînim."

Şemsettin Ozcanê ku diyar kir, 6 sal e ew ji kurê xwe xeberê nastîne jî wiha got, "Em ewladên xwe ji HDPyê dixwazin. HDPyê çima zarokên me birin? HDP ji bo Kurdan tênakoşe. Em jî Kurd in, lê zarokên me dibin. Ev ji Xwedê natirsin. Ala yek e, yeke din tuneye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.