Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên ku zarokên wan ji bo çiyê hatine revandin bertekê nîşanî HDPê û PKKê didin

Dayikên Diyarbekirê yên dixwazin bigihêjin zarokên xwe yên bi xapandin revandine serê çiyê û bi vê armancê jî li pêşiya avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya xwe ya rûniştinê ya dane destpêkirin bi biryardarî didomînin.

Ahmet Kaplan  | 25.01.2022 - Rojanekırın : 26.01.2022
Malbatên ku zarokên wan ji bo çiyê hatine revandin bertekê nîşanî HDPê û PKKê didin

Diyarbakir

Dayikên Diyarbekirê yên dixwazin bigihêjin zarokên xwe yên bi xapandin revandine serê çiyê û bi vê armancê jî li pêşiya avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya xwe ya rûniştinê ya dane destpêkirin bi biryardarî didomînin.

Malbatên di çalakiyê da ne HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine çiyê û ji bo vê jî di 3yê îlona 2019an da dest bi nobeta ewladan kirin Û 876 roj e çalakiya xwe didomînin.

Hin malbatên di çalakiyê de ku zarokên wan ên astengdar ji bo çiyê hatine revandin, bi daxuyaniya çapemeniyê bertek nîşanî HDPê û PKKê dan.

Ji dayikan Esmer Koç a ku ji bo qîza xwe Zubeydeya ji sedî 40 astengdar a bihîsinê 8 sal berê dema 16 salî bû, bi xapandin hatiye revandin beşdarî çalakiyê bûye anî ziman ku dixwaze bigihije zaroka xwe.

Koçê destnîşan kir ku qîza bi mebesta dermankirinê sewqî Enqereyê bûbû û got, "HDPê û PKKyiyan nehiştin ez qîza xwe bbim Enqereyê û bidim dermankirin. Ez qîza xwe ya astengdar dixwazim. Cihê wê li ba min e."

Ruken Canbeya ku ji bo birayê xwe Muhammetê ku ji ber nexweşiya talasemî majorê ji sedî 70 rapora wî ya astengdariyê heye, 8 sal berê dema 16 salî bû, bi xapandin hatiye revandin beşdarî çalakiyê bûye anî ziman ku birayê wê pirgirêka wî ya bêxwîniyê heye û pêdivê bi berdewamî teqwiyeya xwînê jê re bêkirin.

Canbeyê destnîşan kir ku ew dixwazin birayê wê bê dîtin lê ew ji aliyê rêxistina terorê ve tê tehdîdkirin û wiha pê de çû:

"Li vêderê gelek malbatên din hene ku ewladên wan ên astengdar ji bo çiyê hatine revandin. HDP ne li mafê mirovan dihisîne ne yên nexweşan. Bila hemî kes rûyê rastîn ê HDP û PKKyê bibîne. Em zarokên xwe ji wan dixwazin. Emê zarokên xwe ji destê wan zordest û bêwijdanan rizgar bikin. Heta em zarokên xwe vegerînin emê li vêderê bin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın