Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên gihîştin zarokên xwe ji bo malbatên din bûn sedema hêviyê

Li Diyarbekirê piştî ku Hacîre Akar û Hatîce Ceylana ku li ber avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikirin gihaştin zarokên xwe, dayikên din jî bûn xwedî hêvî ku ew jî rojekê bigîhîjin zarokên xwe

11.12.2019 - Rojanekırın : 12.12.2019
Malbatên gihîştin zarokên xwe ji bo malbatên din bûn sedema hêviyê

Diyarbakir
Malbatên zarokên wan revandine çiyê û gihîştin zarokên xwe ji bo dayikên din ên nobeda ewladên xwe didomînin bûn hêviyeke mezin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ya ji bo zarokên wan ên revandine çiyê li ber avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin gihîşte roja 100emîn.

Di vê çalakiyê da hin malbat gihîştin zarokên xwe ku ev ji bo malbatên din bû sedema kêfxweşiyeke mezin.

Piştî ku du dayik gihîştin zarokên xwe malbatên di destê wan da wêneyê zarokên wan hene û benda vegera wan in jî bûn xwedî hêvî.

Dayikên Diyarbekirê pankartên li ser "Ev dayik 100 roj in destanê dinivîsin", "Ji bo rondikên 40 sal in dirijin êdî nerijin têdikoşin" û "Em hatin ewladên xwe yên heqê me li ser hene hildin" nivîsandî nîşan dan.

- Dayika Hatîce ya ku gihîşte kurê xwe ji bo piştgiriyê hat çalakiyê

Dayika Hatîce Akarê di 22yê tebaxê da li ber derê Serokatiya Bajêr a HDPyê ji ber ku HDPyê berpirsyar dibîne wan kurê wê revandine serê çiyê çalakiya rûniştinê da destpêkirin.

Akara ku di roja 64emîn a çalakiyê da gihîşte kurê xwe îro jî bi mêrê xwe Abdulkadîr Ceylan va hat li ber avahiyê HDPyê ku piştgiriyê bide malbatan.

- "Ji ber ku kurê min hat ez nikarim terka wan bikim"

Hatîce Ceylanê daxuyand divê ev çalakî dewam bike û wiha axivî: "Bi alîkariya polêsên me, eskerên me û dewleta me înşallah tiştên baş wê çêbibin. Înşallah hemû zarok wê xilas bibin. Hemû zarokên me wê xilas bibin. Xwedê di demeke nêz da ewladê van hevalên min jî bigîhîne wan ku em di vê konê da kêfxweş bibin. Me heman êş parve kirin. Ew rêhevalên min in. Ev êş wê biqedin."

- "Ez bi kelecaneke mezin hatim"

Turkan Mutluya ji bo qîza xwe Şeymayê çalakiyê dike jî got Hatîce Ceylana gîhîşte kurê xwe ji bo wan bû hêviyek.

Mutlu got ew hêvî dike ku hemû dayik bigîhîjin zarokên xwe û wiha axivî: "Ez bi kelecaneke mezin hatim, înşallah ezê bihêvî herim. Min ji bo vê dozê serî hilda, bi îzna Xwedê ezê ewlada xwe hildim û herim."

Bangî keça xwe kir û wiha got, "Ez emîn im ku te ez dîtime û bihîstime. Keça min were malê. Hemû malbat li benda te ye, bîra te dikin. Firsendê bibîne û bireve were, teslîmî dewletê bibe. Binêre kesên ku direvin tên zehf in. Înşallah tê jî werî."

- "Em ê vê PKKyê xelas bikin, dayik wê êdî negirîn"

Suheyla Demir bi dergûşa xwe ya sal û nîvî va ji Agiriyê hatiye û seba Hayala keça xwe ya ku 5 sal berê revandin serê çiyê, çalakiyê dike. Demirê diyar kir ku ew heta ewladên xwe hilnedin, naçin.

Demirê destnîşan kir ku çalakî ket roja 100em û wiha dewam kir:

"Duh kurê hevala me ya Hatîce hat. Bi rastî jî hesteke pir xweş bû, em li ser navê wê pir kêfxweş bûn. Înşallah zarokên me jî di demeke kin da werin, em jî wisa şabin. Roja ku me dest bi rûniştinê kir jî got, em niha jî dibêjin; em biryardar in, kes nikare li pêşiya me bisekine. Em ê vê PKKyê xelas bikin, dayik wê êdî negirîn, ewladên wan wê êdî neyên revandin. Em ê wan ciwanan li ser wan çiyan dêris nekin û em yek û yek wan ji destê wan derxin û bînin. Ez biryardar im, heta ku keça xwe hilnedim, ez ji vir naçim."

Demirê diyar kir ku ew 100 roj in li ser keviran rûdinên û li benda ewladên xwe ne û bangî ciwanan kir û wiha got, "Êşa ku me kişand êdî bes e. Ciwanên me yek û yek tên û teslîm dibin. Hûn jî werin, dewlet li pişta we ye, dê û bavên we jî li pişta we ye. Em li vê derê benda we ne."

- "Me li vê derê encama biryardariya xwe hilda"

Sevket Altintaşê ku seba kurê xwe yê Muslum çalakiyê dike jî got ku ew heta kurê xwe hilnede, wê ji ber avahiya HDPyê ranebe.

Altintaş got ku wî pir bîra kurê xwe kiriye û ew bi malbatî êşeke pir mezin kişand.

Altintaş diyar kir ku ew çalakiyê bi biryardarî didomînin û wiha dewam kir, "Duh wexta ku ew kurêk hat, ez pir şa bûm. Ez eqrebayê wî nînim, lê we ez bidîtama. Me li vê derê encama biryardariya xwe hilda û em ê hildin. Bi destûra Xwedê em ê bigihêjin zarokên xwe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.