Malbateke din jî gihîşt kurê xwe
Nîzamettîn û Aslihan Eşrefogluya li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê ya Diyarbekirê çalakiya rûnirştinê dimeşandin 5 sal şûnda gihîştin Huseyinê kurê xwe yê teslîmî hêzên ewlekariyê bû.
Diyarbakir
Ji malbatên ji bo zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dimeşînin malbateke din jî gihîşte kurê xwe.
Malbata Eşrefoglu ya di 6ê sibatê da ji Tekmana navçeya Erziromê hat û beşdarî çalakiya rûniştinê bû bi Huseyinê kurê xwe yê 5 sal berê hatibû revandin ra hat ba hev.
Nîzamettîn û Aslihan Eşrefgoluya mizginî hildan û hatin Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr piştî karûbarên fermî yên îfadehildana Huseyîn pê ra hatin ba hev.
Di hevdîtinê da malbat û kurik hestiyar bûn û 5 sal şûnda malbata Şerefgolu Huseyinê kurê xwe carekî dîsa hembêz kirin.