Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbateke din jî beşdarî nobeta ewladan a li Diyarbekirê bû

Ahmet Kaplan  | 06.04.2021 - Rojanekırın : 07.04.2021
Malbateke din jî beşdarî nobeta ewladan a li Diyarbekirê bû

Diyarbakir

 Nobeta dayikên Diyarbekirê ya bi hêviya bigihên zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê, li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dewam dike û malbateke din jî beşdarî çalakiyê bû.

Dayikên Diyarbekirê ji revandin û derxistina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirs dibînin û ji bo vê jî ji 3ê îlona 2019an vir va çalakiya rûniştinê dikin û çalakiya wan di roja 582yem da didome.

Turkan Bayraka dayik ji Mûşê bi Resûl Tufenciyê kurê xwe va seba Ozkan Tufenciyê kurê xwe yê ku 6 sal berê dema seba xebatê çûbû Stenbolê û li wê derê xapandin û revandin serê çiyê, beşdarî çalakiya rûniştinê bûn.

Turkana dayik bi Kurdî daxuyanî da û diyar kir, piştî ku kurê wê winda bû, wan tu xeber jê hilneda.

Bayrakê diyar kir, kurê wê kerr e û dengan nabihîze, xwendin û nivîsandinê nizane, wê piştî di têlevîzyonê da dît ku malbat digihêjin ewladên xwe, wan jî biryara beşdarbûna çalakiyê da.

Bayrakê wiha xeberda, "Kurê min seba xebatê çû Stenbolê û hefteyekê şûnda winda bû. HDPyê kurê min bir. Kê biribe bira paşve bişîne. Kurê min nexweş û kêmendam e. Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim."

Bayrakê bangî kurê xwe kir û wiha got, "Kurê min heke tu min dibihîzî vegere, çi karê te li wê derê heye. Were bigihêje dewleta xwe, dê û bavê xwe û xwişk û birayên xwe."

Resul Tufencî jî ji revandina kekê wî HDP berpirs dît û wiha axivî, "HDPyê kekê min xapand, ketin binê wî û paşê birin. Heta kekê min neyê, em ji vê derê naçin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.