Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbateke din jî beşdarî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê bû

12.02.2021 - Rojanekırın : 13.02.2021
Malbateke din jî beşdarî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê bû

Diyarbakir

 Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 529an da dewam dike.

Gulî û Îbrahîm Ereglî ji bo Nevzatê kurê xwe yê 7 sal berê di 19 saliya xwe da revandin çiyê ji Wanê hatin û beşdarî çalakiya rûniştinê bûn.

Eregliya dayik diyar kir ku ji kurê xwe tu xeberekê hilnadin û got, "Hetanî kurê min were ez ê li vê derê bim. HDPyê kurê min revand. Ez kurê xwe ji wan dixwazim. Bira kurê min bînin û teslîmî me bikin."

Eregliyê axaftina xwe wiha domand: "Kurê min ji van zaliman xilas bibe. Were teslîm bibe. Xwedê zirarê nede polês û dewleta me."

Îbrahîm Eregliyê bav jî got hetanî bigihîjin kurê xwe ew ê çalakiyê bidomînin.

Ereglî diyar kir ku gelekî bîriya kurê xwe kir û wiha pê da çû: "Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. Lewra wana bir. Ji wan gilîdar im. Bira zarên me bînin teslîmî dewletê bikin. Kurê min were teslîmî dewleta me be."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın