Malbateke din jî beşdarî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê bû

Diyarbakir
Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ya li pêşiya avahiya bajêr a HDPê ya berê bû.
Malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine û dixwazin bigihêjin zarokên xwe, di 3yê Îlona 2019an da li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê ya berê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin ku çalakiya wan di roja 2095emîn da dewam dike.
Dayik Guler Korkmaz û Huseyin Korkmazê bav ku ji Sîwerega navçeya Şanliurfayê hatin, ji bo Yavuzê kurê xwe yê ku di sala 2014an da ji Stenbolê birine çiyê, beşdarî çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya berê ya HDPê bûn.
Korkmazê bavê Yavuz ji rojnamevanan ra got ku ji sala 2014an û vir va wan tu agahî ji kurê xwe hilnedaye.
Korkmaz diyar kir ku wî bîra kurê xwe kiriye û wiha axivî: "Em dixwazin di vê eydê da her du eydan bi hev ra bijîn. Êdî taqeta me nema ku em li ber xwe bidin. Wê demê me nizanibû çûye ku derê. Ez hatim û bi vir ra (avahiya bajêr a HDPyê yê berê) axivîm, ji min ra gotin ku çûye wir. Em dixwazin kurê me vegere."
Dayik Guler Korkmazê jî bi Kurdî got ku dilê wê dişewite û ew dixwaze bigihîje kurê xwe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.