Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbateke din jî beşdarî nobeda ewladan a li Diyarbekirê bû

Bestami Bodruk  | 11.04.2021 - Rojanekırın : 12.04.2021
Malbateke din jî beşdarî nobeda ewladan a li Diyarbekirê bû

Diyarbakir

 Malbateke din jî tevlî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên ku bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, bû.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 587emîn da dewam dike.

Besime Alturka dayik ku ji bo keça xwe Şehribanê ji Entabê hat û beşdariyê çalakiyê bû ku keça wê 7 sal berê gava 22 salî bû û li Wanê fakulteya tibê dixwend, hat xapandin û birin çiyê.

Alturka dayik diyar kir ku keça wê havîna sala 2014an hat xapandin û birin çiya û wiha dewam kir:

"Xwendekara tibê bû, sala wê ya 4an bû. Got ku ew ê biçe Wanê û hefteyek berî eydê jî vegere. Lê careke din venegeriya. Me êdî jê tu xeber nesitand."

Alturkê bal kişand ku ev bi salan e ew li benda keça xwe ye û wiha got, "Ez keça xwe dixwazim, HDP bira keça min ji min ra bîne."

Alturkê bangî keça xwe kir û wiha got, "Keça min piştî te, ji bo ku ez li ser piyan bimînim, ez xwe didim zorê. Çend sal e ez tedawiya psîkolojîk dibînim. Keça min vegere, em li benda te ne. Me zehf bêriya te kiriye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.