Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbateke din jî beşdarî nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê bû

06.10.2021 - Rojanekırın : 07.10.2021
Malbateke din jî beşdarî nobeda ewladan a dayikên Diyarbekirê bû

Diyarbakir

 Malbateke din beşdarî çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê ku bi hêviya bigihêjin ewladên xwe yên bi xapandin revandine serê çiyê, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, bû.

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ji ber revandina zarokên xwe ya ber bi çiyê va HDPyê berpirsyar digirin û di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 765emîn da dewam dike.

Zeliha Mingsara ku ji Qersê ji bo kurê xwe Erhan hat, beşdarî çalakiya rûniştinê bû. Kurê Mingsarê Erhan sala 2010an dema 22 salî bû, xapandin û birin çiyê.

Mingsarê di daxuyaniya xwe ya bi Kurdî da diyar kir, kurê wê gava li Stenbolê dixebitî, bi xapandin birin çiyê, digel ku ciyek nema ew lê negeriya, lê dîsa jî wê kurê xwe nedît.

Mingsarê diyar kir, gava wê dayikên Diyarbekirê dît, wê biryar da ku beşdarî çalakiyê bibe û her wiha bal kişand ku ew ê çalakiya xwe heya dawiyê bibe.

Mingsarê wiha xeberda, "HDPyê kurê min revandd û da PKKyê. Ez kurê xwe diwazim."

Her wisa Mingsarê bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.

- Qaymeqam Beşikçi dayik ziyaret kirin

Di vê navberê da Qaymeqam û Wekîlê Şaredarê Yenişehirê Murat Beşikçi malbat ziyaret kirin, digel dê û bavan hat cem hev.

Beşikçi di daxuyaniya xwe da diyar kir, li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî li dinyayê nêzîkî 250 hezar zarokî bi destê rêxistinên terorê û sazûmaniyên dereqanûnî tên îstismaskrin û ji bo armancên xwînî tên emilandin.

Beşikçi wiha axivî, "Ji van zarokên tên îstismarkirin, beşeke mezin jî bi destê rêxistina terorê PKKyê tên îstismarkirin. Lê bi saya têkoşîna dewletê û bi saya vê berxwedana mafdar va terora PKKyê hindik ma biqede. Bira dê û bavên me yên wêrek ên li vir zûtirê bigihîjin zarokên xwe. Me bi hebûn û diayên xwe piştgirî da vê têkoşînê û em ê piştgiriyê bidin jî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.