Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Aziz Aslan  | 21.05.2022 - Rojanekırın : 24.05.2022
Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Diyarbakir

 Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû ku bi hêviya bigihêjin ewladên xwe malbat li pêş avahiya Serokatiya Bajêr ya HDPyê didomînin.

Malbatên ku ji bo zarokên xwe yên bi xapandin revandine serê çiyê HDPyê wek berpirs dibînin ji 3yê Îlona 2019an vir va çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin û ev roja 992yemîn e ku çalakiya wan dewam dike.

Azîz Kiyga ji bo keça xwe Suzanê ku 11 sal berê di 20 saliya wê da birine çiyê ji Îdirê beşdarî çalakiyê bû.

Kiygayê daxuyanî da rojnamevanan destnîşan kir ku bi salan e ji ewladê xwe tu xeber hilnedaye.

Azîz Kiyga diyar kir dixwaze keça wî veger û wiha axivî, "Gava ji bona ders bixebite diçû dersxaneyê êdî nehat. Gava çû hê 20 salî bû. Min di televizyonê da malbatan dît û hatim. Ez bangî keça xwe dikim. Feydeya wê derê tuneye û dawî mirin e. Bira keça min nemire û vegere. Ez dixwazin bi çavên dinyayê cardin keça xwe bibînim. Êşa ewladan zor e."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın