Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Pinar Biçera dayik ku ji Wanê bo keça xwe beşdarî nobeda ewladê bû: "Ez keça xwe ji HDPyê dixwazim, heta hilnedim ez ê bi ciyekî da neçim"

18.01.2021 - Rojanekırın : 19.01.2021
Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Diyarbakir

 Malbateke din jî tevlî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê yên ku bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, bû.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 504emîn da dewam dike.

Pinar Biçera dayik ku ji Wanê hat, ji bo keça xwe Gulcan ku 6 sal berê dema 18 salî bû li Edeneyê hat revandin, beşdarî çalakiya rûniştinê bû.

Biçerê diyar kir ku wê di têlevîzyonê da çalakiya dayikan dît û biryar da ku beşdar bibe û wiha axivî:

"Ez keça xwe ji HDPyê dixwazim, heta hilnedim ez ê bi ciyekî da neçim. Qanûna wan ma kuştin e? Ma tiştekî baş e ku zarokên herkesî dixapînin û direvînin çiyê?"

Necmettin Biçerê bav jî diyar kir ku ew beşdarî çalakiyê bûn da ku bigihîjin keça xwe û wiha got:

"6 sal berê sibê zû gava em ji xew rabûn, me dît ku keça me li mal e û ji wê rojê şûnda jî me tu xeber jê nesitand. HDP zarokan çawa dibe, mecbûr e ku wisa jî bîne."

Biçer her wiha bangî keça xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.