Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Emîn Ekînciyê ji Guçlukonaka navçeya Şirnexê hat diyar kir ku Mustafa Ekînciyê kurê wî 6 sal berê di 17 saliya xwe da derxistin çiyê û îro ji bo wî beşdarî çalakiyê dibe

25.02.2020 - Rojanekırın : 26.02.2020
Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Diyarbakir

Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ya ji bo bigihîjin zarên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin, bû.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ya HDPyê ji revandina zarokên xwe yên çiyê berpirsyar dibînin û di 3yê Îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 176an da dewam dike.

Emîn Ekînciyê 65 salî yê bavê 10 zarokan ê ji Koçtepeya gundê Guçlukonaka navçeya Şirnexê hat û beşdarî çalakiyê bû diyar kir ku Mustafa Ekînciyê kurê wî 6 sal berê di 17 saliya xwe da derxistin çiyê û îro ji bo wî beşdarî çalakiyê dibe.

Ekîncî di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku Mustafayê kurê wî yê revandin çiyê zarê wî yê herî piçûk bû.

Ekîncî got ji bo bigihîje kurê xwe beşdarî çalakiyê bû û wiha pê da çû: "Ez kurê xwe dixwazim, li benda wî me. Hetanî ew neyê ez ê ji vê derê neçim. Bira kurê min bînin."

Ekîncî diyar kir ku hetanî kurê wî neyê ew ê çalakiyê bidomîne.

Ekîncî got 6 sal e ji kurê xwe tu xeberekê hilnade, gelekî bîriya wî kiriye û bangî kurê xwe kir ku bira ji rêxistina terorê bireve û teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.






Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın