Malbateke din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû
Bav Omer û dayik Emîne Ustek ji bo kurê xwe Metîn ku 5 sal berê dema 16 salî bû hat revandin, ji Şinexê hatin û beşdarî çalakiya rûniştinê bûn
Diyarbakir
Malbateke din jî beşdarî nobeda dayikên Diyarbekirê bû ku li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin.
Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 175emîn û di vê rojê da malbata sedemîn beşdarî çalakiyê bû.
Bav Omer û dayik Emîne Ustek ku ji bo kurê xwe Metîn ji Şinexê hatin, beşdarî çalakiya rûniştinê bûn.
Omer Ustekê bav di daxuyaniya xwe da diyar kir ku kurê wî 5 sal berê hê dema 16 salî bû ji hêla HDPyiyan bi xapandin revandin serê çiya.
Ustek bal kişand ku kurê wî ji ber ku tê tehdîdkirin, nikare vegere û çalakiya dayikan tesîr lê kir, lewma wî biryar da ku beşdarî çalakiya li ber HDPyê bibe.
Ustek bal kişand ku ew hesretî kurê xwe ne û wiha dewam kir, "Ez heta ewladê xwe hilnedim ez ê ji vir neçim. Li dewrûbera ewladê min timî HDPyî hebûn. Yên dora wî, ew birine lê ez nizanim ka kê ye."
Ustek bangî kurê xwe kir ku ji rêxistina terorê bireve û teslîmî hêzên ewlekariyê bibe û wiha got, "Li Iraqê, Îranê an jî Sûriyeyê, tu li ku bî bireve û were."