Malbateke din beşdarî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê bû

Diyarbakir
Malbateke din jî beşdarî nobeta ewladan a Dayikên Diyarbekirê bû ku ji bo zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê li pêşiya avahiya bajêr ya HDPyê çalakiya rûniştinê bi biryarî didomînin.
Malbatên ku ji revandina zarokên xwe bo serê çiyê HDPyê berpirsyar dibînin û ji bo vê di 3yê îlona 2019an da dest bi nobeta ewladan kiribûn, di roja 1542yan de nobeta xwe didomînin.
Ayhan Aksoyê bav ê ku ji bo kurê xwe Erhanê 16 salî ji Erxeniya navçeya Diyarbekirê hat û beşdarî nobetê bû ji rojnamevanan re anî ziman ku ew ji bo bigihije kurê hatiye beşdarî nobetê bûye.
Aksoy anî ziman ku ew kurê xwe ji HDPê û PKKê dixwaze û got, "Ez kurê xwe dixwazim. Kurê hê nû bûbû 16 salî, bîra tiştekî nedibir, hê tena serê xwe neçibû bajarekî jî. Kurê min hê biçûk bû. Erhan; kurê min we dixapînin. Vegere kurê min."
Aksoy "banga teslîmbûna hêzên ewlekariyê" li kurê xwe kir û diyar kir ku ewê bi biryardarî nobetê bidomîne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.