Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbateke din beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Dayik Saniye Gulera ku ji bo keça xwe ya ku 5 sal berê revandin çiyê ji Bingolê hat: Ez zaroka xwe ji HDPyê dixwazim. Heta ewladê xwe hilnedim naxwazim ji vir biçim. Bav Musa Guler: Keça min heke dengê min dibihîze bila teslîm bibe

19.01.2021 - Rojanekırın : 20.01.2021
Malbateke din beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû

Diyarbakir

Malbateke din beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên revandine serê çiyê li ber derê avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dikin, bû.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên ji revandina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar dibînin di 3yê îlona 2019an da dabû destpêkirin di roja 505emîn da dewam dike.

Dayik Saniye û bav Musa Gulerê ku ji bo keça xwe ya 5 sal berê revandine serê çiyê ji Bingolê hatin jî beşdarî çalakiya rûniştinê bûn.

Dayik Gulerê got dema keça wê Sevdayê li Enqereyê di zanîngehê da dixwend wê xapandin û derxistin çiyê.

Gulerê got ku ev 5 sal e ji keça xwe xeberê hilnadin û bangî keça xwe kir ku teslîmê hêzên ewlehiyê bibe.

Gulerê got ku "Ez zaroka xwe ji HDPyê dixwazim. Em di rûyê wan da di vê halê da ne. Ew bûn sebeb. Heta ewlada xwe hilnedim naxwazim ji vir biçim. Ez li benda hatina keça xwe me."

Bav Musa Guler jî diyar kir ku ji bo bigihêjin keça xwe beşdarî çalakiya rûniştinê bûn.

Guler got ku "HDPyê û PKKya rêxistina terorê keça min xapand û bir. Keça min heke dengê min dibihîze bila teslîm bibe. HDP û PKKyê zilm li vê gelê kiriye. Wan zarok ji malbatên wan veqetand. Zarokên gel dixapînin û berê wan didin çiyê. Ji ber vê ez wan berpirsyar dibînim û keça xwe ji wan dixwazim. Keça min çawa biribin bila bînin. Heta bînin jî ez ê ji vir veneqetim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın