Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbateke din a ku li pêşiya HDPyê çalakî dikir jî gihîşt ewladê xwe

Melîk û Melek Aslan ên ji Karaçobana navçeya Erziromê ji bo kurê xwe Volkan yê 6 sal berê revandin serê çiyê çalakiya rûniştinê dikirin, gihîştin kurê xwe

18.02.2020 - Rojanekırın : 19.02.2020
Malbateke din a ku li pêşiya HDPyê çalakî dikir jî gihîşt ewladê xwe

Diyarbakir

Malbateke din a li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê seba zarokê xwe yê revandine çiyê çalakiya rûniştinê dikir, gihîşt kurê xwe.

Melîk û Melek Aslan ên ji Karaçobana navçeya Erziromê ji bo kurê xwe Volkanê ku 6 sal berê di 17 saliya wî da revandin serê çiyê hatibûn û tevlî çalakiya rûniştinê ya Dayikên Diyarbekirê bûbûn, xeber hildan ku kurê wan li Şirnexê teslîmê hêzên ewlehiyê bûye.

Malbateke din a ku li ber deriyê HDPê di nobedê de bû gihişt ewladê xwe

Malbat hat Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiya Bajêr ku kurê xwe bibîne.

Volkanê teslîmî hêzên ewlehiyê bû li Midûriya Ewlehiyê malbata xwe dît. Malbatê piştî 6 salan kurê xwe hembêz kir.

Dayika wî destê kurê xwe maçî kir, bavê wî jî wiha got: "Heke tu sûcdar bî, tuyê cezayê xwe bikşînî. Heke sûcê te tune be baweriya xwe bi edaleta Tirkan bîne."

Volkan Aslan di çarçoveya xebatên qanîkirinê ya midûriyên Şaxa Îstixbarat û TEMê ya Erziromê ji rêxistinê reviyabû û duh li Silopiya navçeya Şirnexê teslîmî hêzên ewlehiyê bûbû.

- Hejmara malbatên ku gihîştin zarokên xwe bû 8

Piştî dayika Hacîre Akar gihîşt kurê xwe Cafer Akarê 4 sal berê revandibûn çiyê, Husniye Kaya jî gihîşt qîza xwe Mekiye Kayayê. Helîme Kadrana dapîra Îbrahîm Halîl Kadran gihîşt neviyê xwe. Ji bilî wê Metîn Açan gihîşte kurê xwe, Nîzamettîn û Aslihan Eşrefoglu piştî hesreteke 5 salan gihîştin kurê xwe û Gevriye Ayhan jî piştî 5 salan gihîştibû qîza xwe Peldayê.

Bi vî awayî hejmara malbatên li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikirin û gihîştin zarokên xwe derkete 8an.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın