Li Mûşê malbatên ku dixwazin bigîhêjin ewladên xwe li ber avahiya DEM Partiyê nobeta xwe domand

Muş
Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine serê çiyê, çalakiya xwe ya li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê domand.
Malbatên Mûşî yên ku her çarşem bi hêviya ku bigihêjin ewladên xwe li ber avahiyê DEM Partiyê dicivin, bangî zarokên xwe kirin ku ew teslîm bibin.
Malbatên ku wêneyên zarokên wan di destên wan da ne diyar kirin ku ew bi hêvî li benda roja gihîştina zarokên xwe ne.
Alaattîn Koçhanê ku beşdarî çalakiyê bûye ji rojnamevanan ra daxuyand kurê wî 9 sal berê hatiye revandin û wiha axivî: "Eyd ji bo me bi êş in. Em ji vê pêvajoyê (Tirkiyeya Bêteror) pir kêfxweş in. Em hêvî dikin ku ev yek zûtir bê çareserkirin û zarokên me vegerin malên xwe. Em vê yekê hêvî dikin. Bila ev mesele heman çareser bibe û em bigîhêjin zarokên xwe. Di vê pêvajoyê da 4 kes teslîm bûn û em li benda yên din in."
Dayik Şahînaz Ozcanê jî wiha got: "Ev 8 sal in ku min tu xeber ji ewladê xwe hilnedaye. Ez ewladê xwe dixwazim. Vê pêvajoyê dest pê kir û em ji ber vê pir kêfxweş in. Xwedê ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan razî be. Xwedê wî ji serê me kêm neke. Înşallah yek kesek jî wê li çiyê nemîne."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.