Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Li Mûşê malbatên ku dixwazin bigîhêjin ewladên xwe çalakiya xwe ya li pêşiya DEM Partiyê domand

İbrahim Yaldız, Sabri Yıldırım  | 01.10.2025 - Rojanekırın : 02.10.2025
Li Mûşê malbatên ku dixwazin bigîhêjin ewladên xwe çalakiya xwe ya li pêşiya DEM Partiyê domand İbrahim Yaldız

Muş

 Li Mûşê malbatên ku zarokên wan ji hêla PKKya rêxistina terorê va hatine revandin, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê çalakiya xwe domand.

Malbatên ku her çarşem li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê dicivin vê hefteyê jî çalakiya xwe domand.

Dê û bavan pankartên ku li ser "Em di nobeta ewladan da ne", "Dayik li ber xwe didin" û "Êdî bes e, ji pêsîra me derên" nivîsar in, vekirin û bang li ewladên xwe kirin ku ew teslîm bibin.

Dayik Şahînaz Ozcanê ji endamên çapemeniyê ra daxuyand ku demeke dirêj e wê tu xeberê ji kurê xwe hilnedaye.

Ozcanê anî ziman ew bibiryar in ku çalakiyê bidomînin û wiha axivî: "Kurê min, pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' çêbû. Tu dîsa nayê. Werin teslîm bibin kurê min. Vegerin memleketê xwe. Hûn êdî çi dixwazin? Atîlla, kurê min heke tu dengê min dibîhîzî were teslîm bibe."

Bav Alaattîn Koçhan jî anî ziman ku kurê wî Ersîn ji Bursayê hatiye revandin û wiha axivî: "Kurê min, kesên ku vedigerin hene. Tu çima nayê? 10 sal e çavên me li rêya te ye. Tu êdî li benda çi yî?"

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın