Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Li Mûşê malbatên ku dixwazin bigihêjin ewladên xwe li pêşiya DEM Partiyê çalakiya xwe domand

Sabri Yıldırım  | 11.02.2026 - Rojanekırın : 12.02.2026
Li Mûşê malbatên ku dixwazin bigihêjin ewladên xwe li pêşiya DEM Partiyê çalakiya xwe domand Sabri Yıldırım

Muş

 Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê çalakiya xwe domand.

Dê û bav bi hêviya ku bigihêjin zarokên xwe, her çarşem li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê dicivin. Dê û bavan pankartên ku li ser "Em di nobeta ewladan da ne", "Dayik li ber xwe didin" û "Êdî bes e, ji pêsîra me derên" nivîsîbûn, vekirin.

Malbatan wêneyên zarokên xwe dan destê xwe û banga teslîmbûnê li ewladên xwe kirin.

Naciye Sonmez Yildiza ku beşdarî çalakiyê bû, diyar kir ku ew dixwaze bigihêje kurê xwe yê ku revandine serê çiyê.

Yildizê bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe û wiha dewam kir, "Ez guh nadim berf, baran û heriyê û têm vê derê. Heta dilopek xwîna min hebe jî ez peyê kurê xwe bikevim. Kurê min were cem min, pirsgirêka te çi be, ez ê çareser bikim. Kes peyê te neketiye. Kes wekî min ji te hez nake. Tu perçeyekî dilê min î."

Şahînaz Ozcana dayik jî wiha xeberda, "Bi sala ne haya min ji kurê min tuneye. Heye, tuneye ez nizanim. Kurê min heke tu dengê min dibihîzî, were teslîm bibe. Hûn xapandine."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.