Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Li Mûşê malbatên ku dixwazin bigihêjin ewladên xwe, çalakiya xwe ya li pêşiya DEM Partiyê domand

Sabri Yıldırım  | 18.02.2026 - Rojanekırın : 19.02.2026
Li Mûşê malbatên ku dixwazin bigihêjin ewladên xwe, çalakiya xwe ya li pêşiya DEM Partiyê domand Sabri Yıldırım

Muş

 Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine, çalakiya xwe ya li pêşiya avahiya DEM Partiyê vê hefteyê jî domand.

Dê û bav li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê civiyan û pankartên ku li ser "Em di nobeta ewladan da ne", "Dayik li ber xwe didin" û "Êdî bes e, ji pêsîra me derên" nivîsar in, vekirin.

Malbatan wêneyên ewladên xwe dan destê xwe û xwest dengê xwe bi zarokên xwe bidin bihîstin ku zarokên wan teslîm bibin.

Naciye Sonmez Yildiza dayik ji mensûbên çapemeniyê ra got ku bi salan e haya wê ji kurê wê tuneye.

Yildizê bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe û wiha dewam kir, "Osman ez di vê sermayê da timî ji bo te li vê derê me. Tu li ku derê bî, dengê min dibihîzî were. Em li benda te ne. Ez ê heya dawiyê li benda te bisekinim. Ne 10, 100 sal jî derbas bibe, ez dev ji kurê xwe bernadim. Ez kurê xwe dixwazim."

Şahînaz Ozcanê jî wiha got, "9 sal e kurê min winda ye, min tu xeber jê hilneda. Werin teslîm bibin, êdî bes e. Atîlla heke tu dengê min dibihîzî were teslîm bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın