Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Li Mûşê malbatên ku dixwazin bigihêjin ewladên xwe, çalakiya xwe ya li pêşiya DEM Partiyê domand

Sabri Yıldırım  | 21.01.2026 - Rojanekırın : 22.01.2026
Li Mûşê malbatên ku dixwazin bigihêjin ewladên xwe, çalakiya xwe ya li pêşiya DEM Partiyê domand Sabri Yıldırım

Muş

 Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine serê çiyê, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê çalakiya xwe domand.

Dê û bavên ku her çarşem li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê dicivin, pankartên ku li ser "Em di nobeta ewladan da ne", "Dayik li ber xwe didin" û "Êdî bes e, ji pêsîra me derên" nivîsar in, vekirin.

Malbatan wêneyên ewladên xwe dan destê xwe û bangî wan kirin ku teslîm bibin.

Şahînaz Ozcana ku beşdarî çalakiyê bû, diyar kir ku wan ji ewladê wê tu xeber hilneda û wiha dewam kir, "Bi salan e ez hesreta ewladê xwe dikişînim. Xwedê qebûl neke. Heke di destê dewletê da bûya, min dikaribû kurê xwe bidîta, bi têlefonê pê ra xeberda, lêbelê em nizanin ku niha li ku derê ye. Em li bendê ne ku zarokên me teslîm bibin. Em dixwazin ev hesreta salên dûr û dirêj bi dawî bibe."

Naciye Sonmez Yildizê jî got ku ji bo teslîm bibin, wan bangî zarokên xwe kir û destnîşan kir ku ew ê çalakiya xwe biryardarî bidomînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın