Li Mûşê malbatên ku dixwazin bigihêjin ewladên xwe, çalakiya xwe ya li pêşiya DEM Partiyê domand
Muş
Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandin, li pêşiya DEM Partiyê çalakiya xwe domand.
Malbatên ku her çarşem li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê dicivin, vê hefteyê jî çalakiya xwe domand.
Dê û bavan pankartên ku li ser "Em di nobeta ewladan da ne", "Dayik li ber xwe didin" û "Êdî bes e, ji pêsîra me derên" nivîsar in, vekirin û bi wêneyên zarokên xwe va bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.
Şahînaz Ozcana dayik ji mensûbên çapemeniyê ra got ku demeke dirêj e haya wê ji kurê wê tuneye.
Ozcanê diyar kir, ew biryardar in ku çalakiya xwe bidomînin û wiha dewam kir, "Kurê min me qet xeberek ji te hilneda. Em li benda we ne. Atîla, kurê min heke tu dengê min dibihîzî were teslîmî dewletê bibe. Êdî bes e."
Alaattîn Koçhanê jî got ku kurê wî ji Bursayê revandin û wiha dewam kir, "10 sal e haya min ji kurê min tuneye. Kurê min, heke tu me dibihîzî derkeve were. Em jî meraqa te dikin. Em li benda hatina we ne. Wekî din çareya we tuneye. Dewleta me di vê pêvajoyê da biryardar e. Em bawer dikin ku wê di vî karî da serkeftî bibin û em ê jî ligel wan bin. Em li benda hatina we ne jî."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
