Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Li Mûşê malbatên dixwazin bigihêjin ewladên xwe çalakiya li ber avahiya DEM Partiyê domand

Sabri Yıldırım  | 04.02.2026 - Rojanekırın : 05.02.2026
Li Mûşê malbatên dixwazin bigihêjin ewladên xwe çalakiya li ber avahiya DEM Partiyê domand Sabri Yıldırım

Muş

 Li Mûşê malbatên ku rêxistina terorê PKKyê zarokên wan revandine serê çiyê, çalakiya xwe ya li pêşiya avahiya Serokatiya DEM Partiyê ya Parêzgehê domand.

Malbatên Mûşî yên ku her çarşem bi hêviya bigihêjin ewladên xwe li pêşiya Serokatiya DEM Partiyê ya Parêzgehê dicivin, vê hefteyê jî çalakiya xwe pêk anîn.

Malbatan her wiha di çalakiya xwe da pankartên bi nivîsên "Em di nobeta ewladan da ne", "Dayik li ber xwe didin" û "Êdî bes e, ji pêsîra me bikevin" vekirin.

Malbatan wêneyên ewladên xwe bilind kirin û her wiha bangî wan kirin ku werin û teslîm bibin.

Ayten Koçhana dayik ji mensûbên çapemeniyê ra diyar kir ku 10 sal e ji kurê xwe xeberê nastîne.

Koçhanê qala pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" û wiha got, "Ev firsend careke din nakeve destê we. Werin teslîm bibin. Hûn ê heta ku xwe veşêrin û birevin? Ev ne doza me ye. Êdî bes e, ez û bavê te em aciz nexweş in. Ku tu me difikirî were. Êdî bes e kurê min, bi hesreta ewladê kezeba me şewitiye."

Şahinaz Ozcanê jî bangî kurê xwe Attila kir ku teslîm bibe û wiha dewam kir, "Kurê min were teslîm bibe, firsendeke wiha careke din nakeve destê we. Em havîn û zivistan li benda we ne. Ev ne doza me ye. Ev doza Kurdan nîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın