Li Mûşê malbatên dixwazin bigihêjin ewladên xwe çalakiya li ber avahiya DEM Partiyê domand
Muş
Li Mûşê malbatên ku rêxistina terorê PKKyê zarokên wan revandine serê çiyê, çalakiya xwe ya li pêşiya avahiya Serokatiya DEM Partiyê ya Parêzgehê domand.
Malbatên Mûşî yên ku her çarşem bi hêviya bigihêjin ewladên xwe li pêşiya Serokatiya DEM Partiyê ya Parêzgehê dicivin, vê hefteyê jî çalakiya xwe pêk anîn.
Malbatan her wiha di çalakiya xwe da pankartên bi nivîsên "Em di nobeta ewladan da ne", "Dayik li ber xwe didin" û "Êdî bes e, ji pêsîra me bikevin" vekirin.
Dîsa malbatan wêneyên ewladên xwe bilind kirin û her wiha bangî wan kirin ku werin û teslîm bibin.
Şahinaz Ozcana ji bo kurê xwe di çalakiyê da beşdar e ji mensûbên çapemeniyê ra diyar kir ku ew bi biryar e ku çalakiyê bidomîne.
Ozcanê bangî kurê xwe Attila kir ku teslîm bibe û wiha dewam kir, "Herkes bira vegere mala xwe û kêfxweş be. Em li benda xebera we ne. Ka tu heyî tuneyî, ez wê jî nizanim. Em di sala nû da li benda we ne. Kurê min were teslîm bibe."
Naciye Sonmez Yildizê jî wiha got, "Hewa di bin sifirê da daket heya 20, 30 pileyî lê em li vir in. Osman kurê min 9 sal e ez li benda te me. Salek jî derbas bibe ez ê dest ji te nekişînim. Ku dengê min tê te were teslîm bibe kurê min."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
