Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Li Mûşê malbatên dixwazin bigihêjin ewladên xwe çalakiya li ber avahiya DEM Partiyê domand

İbrahim Yaldız, Sabri Yıldırım  | 03.12.2025 - Rojanekırın : 04.12.2025
Li Mûşê malbatên dixwazin bigihêjin ewladên xwe çalakiya li ber avahiya DEM Partiyê domand İbrahim Yaldız

Muş

Li Mûşê malbatên ku rêxistina terorê PKKyê zarokên wan revandine serê çiyê, çalakiya xwe ya li pêşiya avahiya Serokatiya DEM Partiyê ya Parêzgehê domand.

Malbatên Mûşî yên ku her çarşem bi hêviya bigihêjin ewladên xwe li pêşiya Serokatiya DEM Partiyê ya Parêzgehê dicivin, vê hefteyê jî çalakiya xwe pêk anîn û gazî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.

Ayten Koçhanê ji rojnamegeran ra diyar kir ku bi salan e xeberê ji kurê xwe nastîne.

Koçhanê bangî kurê xwe kir ku teslîm bibe û wiha axivî, "Kurê min Ersîn, armanca we, derdê we çi ye? Kurê min ev firsend careke din nakeve destê we. Hûn li pey çi ne? Werin teslîm bibin. Ev ne doza me ye, doza Îsraîl û Amerîkayê ye."

Halit Altunê bav jî diyar kir ku kurê wî 12 sal berê ji hêla rêxistina terorê PKKyê ji dibistanê hat revandin.

Altun bal kişand ku ew bi biryar e ku çalakiya xwe bidomîne û wiha got, "Kurê min, her tişt baş e, werin teslîmî Komara Tirkiyeyê bibin. Ez dixwazim hûn demildest sûdê ji van qanûnan bistînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın