Li Mûşê malbatan çalakiya xwe ya li pêşiya DEM Partiyê domand
Muş
Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine, çalakiya xwe ya li pêşiya avahiya DEM Partiyê vê hefteyê jî domand.
Dê û bav li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê civiyan û pankartên ku li ser "Em di nobeta ewladan da ne", "Dayik li ber xwe didin" û "Êdî bes e, ji pêsîra me derên" nivîsar in, vekirin.
Malbatan wêneyên ewladên xwe dan destê xwe û bangî zarokên xwe kirin da ku teslîm bibin.
Ayten Koçhana dayik ji rojnamegeran ra got ku bi salan e haya wê ji kurê wê tuneye.
Koçhanê diyar kir ku ew xeyalê roja ku wê bigihêje kurê xwe dike û wiha dewam kir, "Kurê min armanca we çi ye? Derdê we çi ye? Ev firsend careke din nakeve destê we. Werin teslîm bibin. Rêya we ne tu rê ye. Ev doza me nîne. Ev doza Amerîkayê, doza Îsraîlê ye. Em şev û roj dertên ber têlevîzyonan. Em di xeyalê we da ne. Êdî bes e ku dê û bav ew qas giriyan. Êdî bes e, dilê dê û bavan neşewitînin."
Halît Altun jî diyar kir ku bi salan e ew hesreta kurê xwe dikişîne û wiha dewam kir, "Kurê min, binêre em çendîn caran gazî we dikin. Êdî zûtirî werin bigihêjin malbata xwe, hêlîna xwe û dê û bavê xwe. Rêya we ne tu rê ye. Hûn vê dizanin. Binêre pêvajoyê dest pê kir, rojên xweş li benda me hemûyan e. Wellehî doza we ne tu doz e kurê min."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
