Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Li Mûşê ji malbatên li ber DEM Partiyê çalakî kirin ji bo ewladên xwe bangewaziya "teslîm bibin"

İbrahim Yaldız, Sabri Yıldırım  | 20.03.2024 - Rojanekırın : 21.03.2024
Li Mûşê ji malbatên li ber DEM Partiyê çalakî kirin ji bo ewladên xwe bangewaziya "teslîm bibin"

Muş

MUŞ (AA) - Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine serê çiyê, li pêşiya avahiya bajêr a DEM Partiyê çalakiya xwe ya rûniştinê domandin.

Malbatên ku her çarşem bi hêviya gihiştina ewladên xwe li ber deriyê DEM Partiyê dicivin, vê hefteyê jî çalakiya xwe pêk anîn.

Malbatên ku li ber avahiya Serokatiya Parêzgehê ya Partiya DEMê kom bûn, pankartên bi nivîsên "Dayik li ber xwe didin" û "Êdî bes e, bestika me berdin" vekirin.

Dê û bavên ku beşdariya çalakiyê kirin, bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.

Beşdara çalakiyê Ayten Koçhanê ji rojnamegeran ra diyar kir, kurê wê 8 sal berê hat revandin û ji wê şûnda wê tu xeber jê nesitand û wiha dewam kir:

"Kurê min ku dengê min tê te were û teslîm bibe. Rêya we ne tu rê ye. Werin xwe bispêrin dewleta xwe. Ji hesreta ewladê ra êdî sebr û teyaxa me nemaye."

Şahinaz Ozcana dayik jî bal kişand ku bi salan e ew ji kurê xwe xeberê nastîne û wiha dewam kir, "Ez nizanim ka kurê min heye ya tuneye. Ez kurê xwe dixwazim. Ev ne doza Kurdan e. Heta kesek jî li serê çiyê bimîne ez ê çalakiya xwe bidomînim. Kurê min ku dengê min tê te were û teslîmî dewletê bibe. Êdî sebra min nemaye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın