Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Li Mûşê hejmara malbatên ku ji bo zarokên xwe li ber HDPyê çalakiyê dikin derket 9an

İbrahim Yaldız  | 08.09.2021 - Rojanekırın : 09.09.2021
Li Mûşê hejmara malbatên ku ji bo zarokên xwe li ber HDPyê çalakiyê dikin derket 9an İbrahim Yaldız - AA

Muş

 Li Mûşê hejmara malbatên ku li ber avahiya serokatiya parêzgehê ya HDPyê çalakiya rûniştinê dikin derket 9an ku HDPyê wekî berpirsê revandina zarokên xwe dibînin.

Malbatên ku piştgiriyê didin çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê da ku bigihîjin zarokên xwe, li ber avahiya HDPyê pankart û dowîzên dijî HDPyê vekirin. Malbatên ku wêneyên zarokên xwe û alaya Tirk bilind kirin, durişmên cuda berz kirin.

Naciye Sonmez Yildiza ku nû beşdarî çalakiyê bû, ji rojnamegeran ra got ku kurê wê sala 2015an gava li Tetwana Bidlîsê xwendekar bû, ji hêla PKKyê hat xapandin û revandin serê çiyê.

Yildizê bal kişand ku 6 sal e ji kurê xwe xeberê nastîne û wiha dewam kir:

"Ez kurê xwe dixwazim. Gava revandin hê piçûk bû. Ez perîşan bûm. Kê kurê min xapandibe, Xwedê jî bira wî qehr û perîşan bike. Ez naxwazim navê PKKyê bidim ser zimanê xwe. Ka zarokekî 15 salî çi dizane? Ez cara ewil ji Mûşê beşdarî çalakiyê dibim. Ez kurê xwe dixwazim."

Gulbahar Tekera ku kurê wê sala 2014an hatiye revandin jî diyar kir ku heta kurê wê neyê ew ê çalakiya xwe bidomîne û wiha dewam kir, "Bira lanet li HDP û PKKyê be. Bira HDP û PKK werin girtin. Em li vê derê bi tenê zarokên xwe dixwazin. Ez ji vir bangî Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu dikim, HDPyê bigirin."

Umît Ozcanê ku ji bo birayê xwe di çalakiyê da beşdar e, diyar kir ku ew ê çalakiyê bibe serî.

Ozcan wiha got, "Ez ji vir bangî birayê xwe û hemû zarokan dikim, birevin werin û teslîmî dewleta xwe bibin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın