Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Li Mûşê hejmara malbatên ji bo zarokên xwe li ber HDPyê çalakîyê dikin derket 21î

İbrahim Yaldız, Sabri Yıldırım  | 01.12.2021 - Rojanekırın : 02.12.2021
Li Mûşê hejmara malbatên ji bo zarokên xwe li ber HDPyê çalakîyê dikin derket 21î

Muş

Li Mûşê malbatek beşdarî nav 20 malbatên ku li ber avahiya serokatiya parêzgehê ya HDPyê çalakiya rûniştinê dikin û HDPyê wekî berpirsê revandina zarokên xwe dibînin, bû.

21 malbatên li ber avahiya HDPyê her hefte roja çarşemiyê tên bal hev û piştevaniyê didin Malbatên Diyarbekirê vê heftê jî çalakiya xwe domandin.

Tevlî malbateke nû va 21 malbatên li ber avahiya bajêr a HDPê hatin cem hev, pankartên bi nivîsên "Ewladê min bide min", "Dayik têdikoşin", "Êdî bes e dest ji pêsîra me bikişînin" û "Bes e êdî ewladên me berdin", vekirin.

Dê û bavên wêneyên zarokên xwe hildabûn cem xwe li dijî HDPyê dirûşme berz kirin û bertek nîşan dan.

Alî Uygaçê ji bo qîza xwe beşdarî çalakiyê bûbû daxuyanî da rojnamegeran û got ku ew bi salane tu xeber ji qîza xwe hilnedaye û kelogirî bû û got: "Ez ji bo qîza xwe digirîm, kezeba min diperite. Qîza min heke dengê min dibihîzî were û teslîmî dewletê bibe. Tu xêra wê derê ji me ra tuneye. Qîza min 10 salî bû û xapandin birin. Xwedê bela kesên ku xapandin û birin, bide."

Ayten Koçhan a nû tevlî malbatên Mûşî bû û dest bi nobetê kir jî diyar kir ku ew 7 sale ji kurê xwe tu xeberê hilnade û wiha domand: "Emê çalakiyaxwe bidomînin. Werin û teslîm bibin. Werîn teslîmî dewletê bibin û heta hûn bên em li vê derê ne û naçin derekî. 7 sale tu xeber nayê Erzînê min tu li kê derê yî were û teslîm bibe."

Ji dayikan Naciye Sonmezê destnîşan kir ku kurê wê di 15 saliya wî da xapandine û wiha pê da çû: "Ez zanim HDPê kurê min bir. Ez kurê xwe dixwazim û ji wan ra nahêlim. Li serê çiyê ewladê kê hebe bila were û teslîm bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın