Li Mûşê dayikan çalakiya xwe ya li ber DEM Partiyê domand

Muş
Li Mûşê dayikên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandiye çiyê, çalakiya xwe ya li ber Serokatiya Mûşê ya DEM Partiyê domand.
Malbatên ku roja Çarşemê li ber DEM Partiyê kom dibin, vê hefteyê jî çalakiya xwe kirin.
Ji dayikan Şahînaz Ozcanê diyar kir 8 sal e ji kurê xwe tu xeberê hilnedaye û wiha axivî, "PKKyê êdî dev ji çekên xwe berdaye. Em ji ber vê kêxweş in. Werin teslim bibin."
Ji dayikan Naciye Sonmezê jî diyar kir kelecanî ne û "got ku em li xeberan guhdarî dikin, kurê min dengê min dibihîzî, were teslim bibe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.