Li Hekariyê malbatên mexdûrê terorê li pêşiya HDPyê çalakî kirin
Hakkari
Li Hekariyê malbatên mexdûrê terorê yên ji revandina zarokên xwe yên çiyê HDPyê berpirsyar dibînin ligel sir û sermayê vê hefteyê jî li pêşiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiya xwe kirin.
Malbatên li Kolana Cumhuriyetê kom bûn bi pankarta li ser "Dayikên Hekariyê bi dayikên Diyarbekirê ra nobeta ewladan digrin" hatibû nivîsandin hetanî pêşiya avahiya HDPyê meşiyan.
Malbatan di hefteya 25an da guh nedan sir û sermayê bertek nîşanî HDPyê û PKKya rêxistina terorê dan û çalakiya rûniştinê kirin.
Malbatan piştî daxuyaniyê li dijî HDPyê û rêxistina terorê dirûşme gotin.