Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Kamile Kuçukdaga dayik: Kurê min heger li vê derê bûya niha esker bû

Kamile Kuçukdaga dayik: Kurê min, ne kefen, ez dixwazim kincê zavatiyê li te bikin. Kurê min heger li vê derê bûya niha esker bû. Te çawa revandin bira te wisa jî bînin.

Önder Beyter  | 25.03.2020 - Rojanekırın : 26.03.2020
Kamile Kuçukdaga dayik: Kurê min heger li vê derê bûya niha esker bû

Diyarbakir

Nobeta ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 205emîn.

Kamile Kuçukdaga dayik ku ji Seyhana navçeya Edeneyê ji bo kurê xwe Engîn ku 5 sal berê dema 15 salî bû hat revandin, beşdarî çalakiya rûniştinê bû, diyar kir ku heya kurê wê venegere, ew ê çalakiyê bidomîne.

Kuçukdagê destnîşan kir ku bi rêya HDPyê kurê wê hat revandin û wiha dewam kir, "205 roj e em li vê derê ne. Heta ez kurê xwe nestînim, hezar sal derbas be jî ez ê ji vê derê neçim."

Kuçukdagê wiha axivî, "Kurê min, ne kefen, ez dixwazim kincê zavatiyê li te bikin. Kurê min heger li vê derê bûya niha esker bû. Te çawa revandin bira te wisa jî bînin."

- "HDPyê kurê min xapand"

Salih Sadakê bav ku ji bo kurê xwe Mikail ku li Sêrtê gava 10 salî bû hat revandin, çalakiya rûniştinê didomîne, di daxuyaniya xwe ya bi Kurdî da bal kişand ku heya zarokên wan venegerin, ew bibiryar in ku çalakiyê bidomînin.

Sadak bal kişand ku kurê wî gava di dibistana seretayî pola sêyemîn da dixwend, bi destê rêxistina terorê PKKyê hat revandin û 15 sal e jî ew xeberê ji kurê xwe nastîne.

Sadak diyar kir ku ew dixwaze demildest bigihêje kurê xwe û wiha dewam kir, "Ez ji HDPyê kurê xwe dixwazim. Bira kurê min bînin. Heta neynin ez ê ji vê derê neçim. HDPyê kurê min xapand. HDP bira kurê min bîne û bide min."

Sadakê bav bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe û wiha dewam kir, "Kurê min heger tu min dibînî û dibihîzî, bireve were û teslîmî hêzên me yên ewlekariyê bibe. Min zehf bêriya kurê xwe kiriye. Em nizanin ka gelo dijî yan na. 15 sal e ez kurê xwe nabînim. Bira firsendekê lê bîne û bireve were."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.