Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Ji dayikan Hamrî Turan: Bila qîza min bînin. 5 sal e min gelek derd û keser dîtin

21.02.2020 - Rojanekırın : 22.02.2020
Ji dayikan Hamrî Turan: Bila qîza min bînin. 5 sal e min gelek derd û keser dîtin

Diyarbakir

Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 172an.

Hamrî Turana ji bo qîza xwe Ayselê ya ku 5 sal berê dema 17 salî bû bi xapandin revandin serê çiyê daxuyanî da û got ku ji wê rojê vir va tu xeber jê ra nehat û wiha pê da çû: "Ez ji HDPê qîza xwe dixwazim. Bila qîza min bînin. 5 sal e ez di nav derd u kulan da me. Qîza min ji bîra min dernakeve, ne şeva min şev e û ne jî roja min roj e. Ez dixwazim bila qîza min bê. Heta ku qîza min neyê ez ji vê derê naçim."

Abdullah Demir ê ku ji bo kurê xwe li pêşiya avahiya HDPê ye got ku kurê wî ji navçeya Liveyê birin Sûriyeyê û wiha domand: "Ez heta kurê xwe nebim ji vê derê naçim. Em li vê derê li benda kezeba xwe ne. Her rojên me yên li vê derê ji me ra zindan e. Em ne dibêjin şev û ne dibêjin roj. 10 sal jî derbas bibe heta em zarokên xwe hilnedin ji vê derê naçin."

Ji destpêka nobetê heta niha 8 malbat gihîştin ewladên xwe û yên di nobetê da ne dixwazin mirazê wan jî bi cih bê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.