Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

"Heta em ewladên xwe hilnedin em ê ji vê derê neçin"

Zumrut Salima dayik: "Em ji bo ewladên xwe li vê derê rûdinên. Heta em ewladên xwe hilnedin em ê ji vê derê neçin"

Önder Beyter  | 31.03.2020 - Rojanekırın : 01.04.2020
"Heta em ewladên xwe hilnedin em ê ji vê derê neçin"

Diyarbakir

Nobeta ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 211emîn.

Zumrut Salima ji Yuksekovaya navçeya Hekariyê hat û ji bo Hamzayê kurê xwe yê 6 sal berê di 14 saliya xwe da revandin çiyê beşdarî çalakiyê bû di daxuyaniya xwe da diyar kir ku heya kurê wê venegere, ew ê çalakiya xwe bidomîne.

Salimê wiha xeberda, "Em ji bo ewladên xwe li vê derê rûdinên. Heta em ewladên xwe hilnedin em ê ji vê derê neçin. Em zarokên xwe ji HDPyê dixwazin. Wan zarokên me birin."

Salimê herwiha bangî kurê xwe kir û wiha got, "Kurê min bireve were, teslîmî dewletê bibe. Em li benda te ne. Heta tu neyê ez ê ji vir neçim."

Salimê herwiha got ku ew piştgiriya Kampanyaya Hevkariya Neteweyî dikin ku di çarçoveya tedbîrên dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da bi pêşengtiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji bo welatiyên mexdûr hat destpêkirin.

Emin Arslanê bav ku ji Îdila navçeya Şirnexê seba kurê xwe Mahmut ku revandine çiyê, beşdarî çalakiya rûniştinê bû jî bal kişand ku heya ew negihîjin ewladên xwe, ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Arslan wiha axivî, "211 sal derbas be jî em ê ji vir neçin. HDPyê zarokên me çawa dabe PKKyê, bira bi heman awayî jî jê bistîne." Arslan herwiha got ku wan bi SMSê piştgirî da Kampanyaya Hevkariya Neteweyî.

Arslan bertek nîşanî Parlamentera HDPyî ya Diyarbekirê Remziye Tosun da, ku ji ber hin îfadeyên di anonsa li ser vîrusa koronayê da der heqê wê da lêpirsîn hat destpêkirin û wiha got, "Em ji vê derê dibêjin ku Tirkiye yek e. Guh nedin kesî. Serokomarê me, dewleta me, polêsê me heye. Baweriya xwe bi yên wiha neynin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.